Li Bab, Ezaz, Mareyê çalakiyên HRE’yê: 8 dagirker hatin kuştin

HRE’yê li Bab, Ezaz û Mareyê çalakiyên bibandor li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dar xistin. Di çalakiyan de 8 dagirker hatin kuştin.

Li Bab, Ezaz, Mareyê çalakiyên HRE’yê: 8 dagirker hatin kuştin
30 tîrmeh 2024   14:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê ragihand ku li xetên Bab, Ezaz û Mareyê çalakî li dijî êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û çeteyên wê li dar xistine. HRE’yê da zanîn ku di wan çalakiyan de 8 dagirker hatine kuştin.

Li gorî daxuyaniyê agahiyên der barê van çalakiyan de bi vî rengî ne:

“Hêzên me li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û komên çeteyên girêdayî wê çalakiyên bibandor li dar dixin û derban li wan dixin.

26’ê Tîrmehê li xeta Babê di çalakiya sekvanî de dagirkerek hat kuştin.

27’ê Tîrmehê li xeta Ezazê hêzên me çalakiyeke serdegirtinê li ser 2 çeperên dagirkeran li dar xist. Çeperên dagirkeran ên li wir bi temamî hatin îmhakirin û 6 çete hatin kuştin.

28’ê Tîrmehê li xeta Mareyê di çalakiyeke taybet de çeteyek hat kuştin û 2 çete jî birîndar bûn.

Bi giştî di çalakiyên hêzên me de 8 dagirker hatin kuştin û 2 dagirker jî birîndar bûn.”

(bb)