Li Hesekê qetilkirina jina ciwan hat şermezarkirin

Li Hesekê qetilkirina jina ciwan a 19 salî hat şermezarkirin û daxwaza hesabpirsînê hat kirin.

Li Hesekê qetilkirina jina ciwan hat şermezarkirin
Li Hesekê qetilkirina jina ciwan hat şermezarkirin
Li Hesekê qetilkirina jina ciwan hat şermezarkirin
Li Hesekê qetilkirina jina ciwan hat şermezarkirin
Li Hesekê qetilkirina jina ciwan hat şermezarkirin
Li Hesekê qetilkirina jina ciwan hat şermezarkirin
13 tîrmeh, 2025   13:44
HESEKÊ

Duh li taxa Xiwêran a bajarê Hesekê jineke ciwan a bi navê R.E. a 19 salî bi guleyek damanceyê hat qetilkirin. Bi armanca şermezarkirina qetilkirina jina ciwan, îro endam û rêveberên Kongra Star û Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, çalakvanên hiqûqî li taxa Xiwêran hatin gel hev. Jinan pankartên bi nivîsên "Qetilkirina jinan sûc e, bi qanûnê tê cezakirin", "Civaka ku jin lê tê qetilkirin, azad nabe", "Jin jiyan e, jiyanê nekujin" û "Na ji qetilkirina jinan re" vekiribûn û daxuyaniyek da.

Ji rêveberên Kongra Star Zelala Silêman daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku qetilkirina jin û jinên ciwan binpêkirina herî mezin a mafên mirovan ya herî belav, herî domdar û herî wêranker e. Hate diyarkirin ku ev sûc e xetere ye ku bandorên karasetî li jinan û tevahiya civakê dike.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku feraseta desthilatdar û bavikslar sûcên herî hovane û hemû cûreyên tundiyê li dijî jinan pêk tînin. Hat gotin, ev sûc xetereyeke rasteqîn e ku tevahiya civakê û jinan bi taybetî tehdîd dike.

Li gorî daxuyaniyê, jina ciwan (R.E.) ji aliyê hevserê xwe ve hat qetilkirin û wiha hat domandin "Ev sûc yek ji zincîra sûcên dijmirovî ye ku ne ol, ne jî civak û ne qanûn qebûl nake."

Di daxuyaniyê de bang li saziyên hiqûqî, aliyên têkildarî û rêxistinên parêzvanên mafên jinan hat kirin ku der barê vê sûcî de bi lez lêkolînê vekin û cezayên giran bidin sûcdar, ji bo rawestandina sûcên domdar ên li dijî jinan têne kirin jî xebateke cidî bikin.

Di dawiya daxuyaniyê de dirûşmên silavkirina berxwedana jinan û şermezarkirina tundiyê  hatin berzkirin û peyama "Heya bidawîkirina tundiyê û pêkanîna edaletê têkoşîn" hate dayîn.

(bb)

ANHA