Berxwedêrên 14`ê Tîrmehê hatin bibîranîn

Ofîsa Perwerdeyê ya bajarê Helebê der barê Berxwedana 14`ê Tîrmehê de semînerek da.

Berxwedêrên 14`ê Tîrmehê hatin bibîranîn
Berxwedêrên 14`ê Tîrmehê hatin bibîranîn
Berxwedêrên 14`ê Tîrmehê hatin bibîranîn
Berxwedêrên 14`ê Tîrmehê hatin bibîranîn
Berxwedêrên 14`ê Tîrmehê hatin bibîranîn
Berxwedêrên 14`ê Tîrmehê hatin bibîranîn
Berxwedêrên 14`ê Tîrmehê hatin bibîranîn
Berxwedêrên 14`ê Tîrmehê hatin bibîranîn
Berxwedêrên 14`ê Tîrmehê hatin bibîranîn
13 tîrmeh, 2025   13:59
HELEB

Bo boneya salvegera 43`mîn a Berxwedana 14`ê Tîrmehê ku li Girtîgeha Amedê ji aliyê kadroyên pêşeng ên PKK'ê Mihmed  Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz  hatibû destpêkirin,  Ofîsa Perwerdeyê li bajarê Helebê  semînarek da.

Semîner li Hola 8`ê Adarê ya li taxa Şêxmeqsûd bi amadebûna nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl û endamên meclis û komînan hat dayîn.

Piştî deqeya rêzgirtin, endamê Ofîsa Perwerdeyê Heyder Reşîd li ser berxwedana dîrokî ya 14’ê Tîrmehê axivî û got, "Girîngiya vê berxwedê ji ya ku li qadên şer pêk hat ne kêmtir bû bû, ji ber ku wê roleke wê ya girîng di serkeftina şoreş û tevgerên rizgariya neteweyî yên li çar aliyê cîhanê de hebû."

Reşîd destnîşan kir ku, "Berxwedana 14`ê Tîrmehê li Kurdistan û Tirkiyeyê dengvedaneke berfireh veda, wekî gaveke yekem li dijî zordarî û faşîzma Tirkiyeyê. "

(k)

ANHA