JRO: 19 binpêkirin li dijî rojnamevanan hate kirin

Rêxistina Nûçegihanên ji bo Maf û Geşepêdanê ragihand ku di dengdana taybet ya ji bo hilbijartina Parlamentoya Herêmê de 19 binpêkirin dijî rojnamevanan hate qeydkirin.

JRO: 19 binpêkirin li dijî rojnamevanan hate kirin
19 cotmeh, 2024   13:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh dengdana taybet ya ji bo hilbijartina dema şeşem ya Parlamentoya Herêma başurê Kurdistanê ya federal hate lidarxistin. Rêxistina Nûçegihanên ji bo Maf û Geşepêdanê (JRO) têkildarî binpêkirinên di dengdanê de li beramberî rojnamevanan hatîn kirin daxuyaniyek belav kir.

 JRO di daxuyaniyê de diyar kir ku di proseya dengdana taybet ya ji bo hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê de bi giştî 19 binpêkirin li beramberî rojnamevanan hatiye qeydkirin.

 Hate diyarkirin ku piraniya binpêkirinên li dijî rojnamevanan hatî kirin, li sînorê parêzgeha Helebceyê bûn ku 15 binpêkirin li Helebceyê, 3 binpêkirin li Hewlêrê û yek jî li Dihokê hate kirin.

 JRO da zanîn ku li Akrê, Soran, Koye û Helebceyê di şopandina dengdanê de rêgiriyek tund li çapemeniyê hate kirin.

 Hêjayî gotinêye ku biryare sibe hilbijartina giştî ya dema şeşem a Parlamentoya Herêma Kurdistanê dibin pêşengtiya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê de were lidarxistin.