Mekanîzemeyeke nû ji bo rêvebirina girtîgehên Hesekê hat avakirin

Di çarçoveya entegrasyonê de mekanîzemeyeke nû ya rêvebirina girtîgehên Hesekê dê were avakirin. Di wezareta dadê de ofîsa qanûnî ya girêdayî dozgeriya giştî be were avakirin.

Mekanîzemeyeke nû ji bo rêvebirina girtîgehên Hesekê hat avakirin
Mekanîzemeyeke nû ji bo rêvebirina girtîgehên Hesekê hat avakirin
Mekanîzemeyeke nû ji bo rêvebirina girtîgehên Hesekê hat avakirin
Mekanîzemeyeke nû ji bo rêvebirina girtîgehên Hesekê hat avakirin
Mekanîzemeyeke nû ji bo rêvebirina girtîgehên Hesekê hat avakirin
Mekanîzemeyeke nû ji bo rêvebirina girtîgehên Hesekê hat avakirin
Mekanîzemeyeke nû ji bo rêvebirina girtîgehên Hesekê hat avakirin
Mekanîzemeyeke nû ji bo rêvebirina girtîgehên Hesekê hat avakirin
19 nîsan, 2026   15:17
HESEKÊ

Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed îro şandeyek ji Wezareta Dadê ya girêdayî hikûmeta demkî li avahiya parêzgariyê pêşwazî kir. Şande ji Cîgirê Giştî yê Komarê Hesan El Tûrbe û dozger Mihemed El Nasir pêk dihat.

Serdan di çarçoveya entegrekirina saziyên dadê yên parêzgeha Hesekê û pêkanîna lihevkirina 29`ê Çileyê de pêk hat.

Piştî civînê şandeyê serdana Meclisa Dada Civakî li bajarê Hesekê kir. Li gorî çavkaniyan di civînê de dosya girtiyan û mekanîzmeyên xebtandina li ser dosyayê hatiye nîqaşkirin.

Her wiha şandeyê û Ofîsa Kar û Barên Dadê û Reformê ya Rêveberiya Xweser serdana girtîgeha Xiwêran kir û bi rêveberiya girtîgehan re civiyan. Di civînê de li hev kir kirin ku mekanîzmeyeke nû ya rêxistinkirina karê girtîgehan were avakirin.

Hesan El Tûrbe diyar kir ku ofîseke qanûnî ya taybet girêdayî girtiyan hatiye avakirin. Ev ofîs dê bi dozgeriya giştî ya Wezareta Dadê ve girêdayî be û dê kar û barên girtiyan bişopînin.

(np)

ANHA