Li Hesekê 21 depoyên wergirtina genim amade ne

Bi nêzîkbûna çinîna genim re, 21 navend û depoyên Hesekê amade ne ku genimê cotkaran wergirin. Pergala qeydkirina elektronîkî ya "Platform" dê dem û cihê radestkirinê diyar bike.

Li Hesekê 21 depoyên wergirtina genim amade ne
5 hezîran, 2026   08:20
QAMIŞLO
RÊNAS REMO

Cotkarên parêzgeha Hesekê amadekariya destpêkirina çinîna genim dikin. 

Ev yek di demekê de ye ku bihayê genim ê ji aliyê hikumeta demkî ve hatibû ragihandin, ku 4600 lîreya Sûriyeyê ya nû ji bo kîloyekê ye, bû sedema gengeşiyê di navbera cotkaran de. Cotkar dibêjin ku ev biha li gorî lêçûnên bilind ên çandinî û hilberînê yên ku ew di vê demsalê de kirine, nake.

Di çarçoveya amadekariyên wergirtina genim de, depo û navendên wergirtinê li parêzgeha Hesekê amadekariyên wergirtina genim bilind kirin. Jêderên eleqedar diyar kir ku 21 navendên li parêzgehê dê karibin tevahî mîqdarê ji cotkaran wergirin.

Dê genimê ter û sert bi hemû cureyên wê, li gorî 4 pileyên weke kalîte, paqijbûn, qirêjî nîn be, avî yan bejî, ji cotkaran were wergirtin.

Têkildarî mijarê, gerînendeyê depoyên Tirbespiyê Ehmed Mela ji ANHAˊyê re axivî û got proseya wergirtina genim dê bi rêya pergala elektronîkî be ku xwe dispêre "platfromê" û bi wê re ji cotkar re cih û demê teslîmkirina diyar dike.

Mela destnîşan kir ku divê cotkaran serî li nuqteya şêwiriya çandiniyê ya herî nêz bide ku belgeya çandiniyê wergire, piştre agahiyên tên xwestin li ser platforma elektronîk tomar bike. Piştî van agahiyan wê navendên radestkirinê û dema guncaw a wergirtina genim were diyarkirin.

Di dewama axaftina xwe de Mela da zanîn ku dê navendên wergirtinê bi rêya dokma an jî di tûran de genim wergirin.

Li gorî Ehmed Mela, dê nirxandina kalîteya genim bi rêya alavên taybet û li gorî pîvanên mezinahiya tovê, rêjeya qirêjî, asta paqijiya giştî, be. Her wiha dê serfkirina fatoreyan jî li gorî wê paltformê be.

Mela bang li cotkaran kir ku pabendî tedbîrên tomarkirin, derxistina belgeya çandinî, derbaskirina agahiyan li ser platformê bin, ji ber ku ew pabendî dê proseya tesmîlkirinê hêsan bike, bendemayîn, lêçûnên veguhastin û barkirinê kêm bike.

Tê payîn ku proseya hinardekirina

Tê payîn ku radestkirina genim di hefteyên pêş de bi destpêkirina çinînê re dest pê bike. Ji ber ku tê texmînkirin ku hilberîna îsal ji ber şert û mercên baş ên hewayê bilind be.

(r)

ANHA