Çalakî û gireva bazirganî didomin.. çalakvan banga berdana girtiyan dikin

Li Şamê û gundewarê wê ji ber mijareke girêdayî aloziya avê û kolandina bîran li bajarokê Eyn Minên, çalakî û gireva bazirganiyê didome. Çalakvan daxwaza serbestberdanan şêniyên girtî dikin, Serokê Şaredariyê û Endamên Meclisa Xwecihî jî ji bo girtiyan îstifa kirin.

Çalakî û gireva bazirganî didomin.. çalakvan banga berdana girtiyan dikin
Çalakî û gireva bazirganî didomin.. çalakvan banga berdana girtiyan dikin
Çalakî û gireva bazirganî didomin.. çalakvan banga berdana girtiyan dikin
Çalakî û gireva bazirganî didomin.. çalakvan banga berdana girtiyan dikin
Çalakî û gireva bazirganî didomin.. çalakvan banga berdana girtiyan dikin
Çalakî û gireva bazirganî didomin.. çalakvan banga berdana girtiyan dikin
Çalakî û gireva bazirganî didomin.. çalakvan banga berdana girtiyan dikin
2 tebax, 2026   14:15
ŞAMÊ

Ev 2 roj in li bajarokê Eyn Minên a li gundewarê Şamê bi amadebûna sedan şêniyan ji bo daxwaza serbestberdana girtiyên ku herî dawî ji ber mijarên têkildarî aloziya avê û xebatên kolandina bîran li herêma Berced hatibûn binçavkirin ,çalakî tên lidarxistin.

Çavkaniyeke ji herêmê ku dîmenê wan çalakiyan jî dikşîne diyar kir ku çalakvanan dirûşmên der bare girêdana xwe ya bi tevgereke aştiyane û daxwaza serbestberdanan hemû girtiyan berz kir, çalakvanan xwest ku çarenûsa wan girtiyan bê naskirin, rêkarên ewlehiyê derheqê şêniyên bajarokê bê sekinandin û aloziya heyî bi diyalogê bê çareserkirin.

Ev çalakî di demekê de ku çalakiyên protestokirinê yên cur be cur hene de didome, hejmarek şêniyên bajarokê Eyn Minên di asteke mezin de xebatên xwe dane rawestandin, bi taybet dikanên xwe yên li sûkan jî girtine.

Sedema derketina vê çalakiyê jî ji ber nakokiyeke têkildarî xebatên kolandina bîran li herêma Berced e, şênî jî dibêjin ku ev girêdayî kolandina bîrên nû û veguhestina avê ji bo herêmên din e. Aliyên hikumetê jî dibêjin ku xebatê tamîrkirin û sererastkirina bîran e, ev hişt ku nakokî çêbibe hejmarek ji şêniyên bajarokê bên girtin.

Serokê Şaredariya Eyn Minên û Endamên Meclisa Xwecihî duh bi şev (1 Tebaxê) ji ber domandina girtina şêniyan bi awayeke giştî îstîfa kirin û daxwaza demildest serbestberdanan hemû girtiyan kir.

Serokê Şaredariyê yê îstîfa kiriye da zanîn ku piraniya girtiyan xwendekarên zanîngehê, kedkar û xwediyê dikanên bazirganiyê ne.

Li gorî çavkaniyên xwecihî hîn jî bi dehan şênî ji bo serbestberdanan girtiyan çalakiyên protestokirinê li dar dixin, diyar dikin ku heta bersivek ji bo daxwazên wan neyê ew ê çalakiyên xwe bidomînin.

Li gorî agahiyên ku Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê weşandine, piştî serbestberdana hejmareke ji girtiyan, hîn jî 26 kes girtî ne.

(sb)

ANHA