Kongra Îslama Demokratîk banga parastina aştiya navxweyî kir

Kongra Îslama Demokratîk bang li pêkhateyên parêzgeha Hesekê kir ku xwe ji zimanê nefretê û provokasyonan biparêzin.

Kongra Îslama Demokratîk banga parastina aştiya navxweyî kir
9 cotmeh, 2026   16:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongra Îslama Demokratîk daxuyaniyeke nivîskî weşand û bang li rûspiyên eşîran û oldaran kir ku rê li ber fitneyê bigirin. 

Di dauxyaniyê de hate gotin: "Di şert û mercên ku herêma me tê re derbas dibe û geşedanên rû didin ji me hemûyan tê xwestin ku em bi zanebûn û aqilmendiyê nêz bibin. Em vê daxuyaniyê ji bo tevahiya gel û pêkhateyên parêzgeha Hesekê didin. Em bi rêgezên neteweyî, exlaqî û civakî yên hemû pêkhateyan ku rûmet û ewlehiya wan diparêze û siberojeke bi ewle û aram ava dike, girêdayî ne."

Di daxuyaniyê de hate diyaririn ku aştiya navxweyî girêdana herî xurt û mertala parastina civakî ye û parastina aştiyê berpirsyariyeke civakî ye ku nabe were paşguhkirin.

Di dewama daxuyaniyê de bang li tevahî pêkhateyan hate kirin ku bi prensîbên neteweyî ve girêdayî bin û guh nedin provokasyonan ku zerarê bide her kesî.

Her wiha ji tevahiya pêkhateyan hat xwestin ku ji zimanê nefretê û provokasyonan ku li ser medya dijîtal tê kirin, dûr bikevin.Em bang li rûspiyên eşîran, mela, oldar û xwediyên fikir û nêrîn hat kirin ku rola xwe yê dîrokî û exlaqî pêk bînin û di xîtabet û axaftina xwe de balê bikşînin li ser xwişk û biratî û jiyana hevbeş.

(np)

ANHA