Li herêmên dagirkirî 419 kes hatin revandin

Navenda Hiqûqî ya Belgekirina Binpêkirinan diyar kir ku ji destpêka îsal ve çeteyên dewleta Tirk a dagirker 419 kes li herêmên dagirkirî yên bakurê Sûriyeyê revandine.

Li herêmên dagirkirî 419 kes hatin revandin
28 mijdar 2023   12:44
NAVENDA NÛÇEYAN

‘Navenda Hiqûqî ya Belgekirina Binpêkirinan′ raporek li ser girtinên ketober ên ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker li herêmên dagirkirî yên bakurê Sûriyeyê pêk tînin, belav kir.

Li gorî navendê, çeteyên qaşo ′Artêşa Nîştimanî ya Sûriyeyê’ û çeteyên girêdayî wê, sûcên xwe li dijî welatiyan didomînin û bangên sekinandina kiryarên serdegirtinên rojane, girtina welatiyan û revandina wan bi armanca dayîna fîdyeyan û astengkirina pêzanîna cihê girtinê û sedemên wê ji aliyê malbatan ve, paşguh dikin.

Navendê aşkera kir ku ew bi malbat û xizmên girtiyan re têkildar in û tevahî kesên li herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê tên girtin, ji hêla artêşa Tirk û çeteyên wê ve pêk tên û tu muzakereyeke dozgeriyê bi kar naynin.

Navendê destnîşan kir ku di 2023′yan de li herêmên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî yên ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve hatine dagirkirin, 419 kes hatine revandin.

Di dawiyê de navendê bi bîr xist ku “derxistina tevliheviyê û komkirina bi dehan komên terorîst”, siyaseta dewleta Tirk e.

(fr)