33 mehin agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê girtin

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Komara Bûrsayê û Midûriyeta Saziya Ceza û Înfazê ya Îmraliyê dan.

33 mehin agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê girtin
28 mijdar 2023   13:14
NAVENDA NÛÇEYAN

parêzerên Îbrahîm Bîlmez, Raziye Ozturk, Emran Emekçî û Cengîz Yureklî ji bo dîtina Rêber Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê ragirtin û 33 meh in agahî jê nayê girtin, serî li Serdozgeriya Komara Bûrsayê û Midûriyeta Saziya Ceza û Înfazê ya Îmraliyê dan.

Parêzeran ji bo girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serî li dozgerî û midûriyeta girtîgehê dan.

Serlêdanên malbat û parêzerên Rêber Abdullah Ocalan û 3 girtiyên, bi hinceta “cezayê disîplînê” tê astengkirin.

Dadgerî hejmara dosyayê ya têkildarî cezayê disîplînê parve nake û hinceta vê yekê jî “belavbûna li ser çapemeniyê” nîşan dide.