Hêzên Şamê bejahiya Helebê û derdora Idlibê topbaran kirin
Hêzên hikumeta Şamê derdora Helebê û Idlibê topbaran kirin, di encamê de çeteyekî dewleta Tirk a dagirker hate kuştin.
![Hêzên Şamê bejahiya Helebê û derdora Idlibê topbaran kirin](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202311/image_870x_6565a8648ec51.jpg)
Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), vê sibehê hêzên hikumeta Şamê bi moşekan derdora gundê Kefer Noran ê rojavayê Helebê topbaran kir, lê tu agahiyên li ser kuştî û birîndaran bi dest neketin.
Girêdayî mijarê di topbaranên hêzên hikumeta Şamê li derdora Bara ya başûrê Idlibê de çeteyekî ′Heyet Tehrîr El Şam′ hate kuştin.
Ji destpêka salê de hejmara kuştiyên di 411 êriş, sekvanî û pevçûnan de 598 kes hatin kuştin; ji wan 263 leşkerên Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dgairker û 203 welatî ne.
(fr)