Hîlala Zêrîn piştgiriya pêngava azadiya Rêber Abdullah Ocalan kir

Tevgera Hîlala Zêrîn a kantona Efrîn û Şehbayê bi dirşûma “Bi hunera şoreşgerî em ê tecrîdê tune bikin û azadiya Serok Apo misoger bikin” şahiyek li hola Çiyayê Kurmênc a li navçeya Ehdasê li dar xist.

Hîlala Zêrîn piştgiriya pêngava azadiya Rêber Abdullah Ocalan kir
Hîlala Zêrîn piştgiriya pêngava azadiya Rêber Abdullah Ocalan kir
Hîlala Zêrîn piştgiriya pêngava azadiya Rêber Abdullah Ocalan kir
Hîlala Zêrîn piştgiriya pêngava azadiya Rêber Abdullah Ocalan kir
Hîlala Zêrîn piştgiriya pêngava azadiya Rêber Abdullah Ocalan kir
Hîlala Zêrîn piştgiriya pêngava azadiya Rêber Abdullah Ocalan kir
Hîlala Zêrîn piştgiriya pêngava azadiya Rêber Abdullah Ocalan kir
Hîlala Zêrîn piştgiriya pêngava azadiya Rêber Abdullah Ocalan kir
4 mijdar, 2023   18:05
ŞEHBA

Di çarçoveya pêngava cîhanê ya bi dirûşma “Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” Tevgera Hîlala Zêrîn a Kantona Efrîn û Şehbayê bi dirûşma “Bi hunera şoreşgerî em ê tecrîdê tune bikin û azadiya Serok Apo misoger bikin” şahiyek li hola Çiyayê Kurmênc a li navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê li dar xist. 

Di şahiyê de, bi dehan endamên sazî, yekitiyên sivîl, koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê beşdar bûn.

Di şahiyê de Koma Hîlala Zêrîn bi hin stranên li ser Rêber Abdullah Ocalan beşdarên şahiyê coşand.

Çaverê ye ku Tevgera Hîlala Zêrîn di çarçoveya piştgiriya Pêngava Azadiya Rêber Abdullah Ocalan de, çalakiyên din li dar bixe.

(şx)

ANHA