Li Qamişlo 2 bazirganên madeyên hişbirê hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Qamişloyê 2 bazirganên madeyên hişbirê girtin.

Li Qamişlo 2 bazirganên madeyên hişbirê hatin girtin
4 mijdar, 2023   13:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya pêngava tolhildana ji şehîdên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbirê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn hewldanên xwe yên meydanî ji bo keşfkirina kesên bazirganiya hişbirê dikin û bikarhênerên wê bigirin zêde kirin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn der barê mijarê de li malpera xwe ya fermî ev agahî parve kirin. Hêzê di agahiyên xwe de anî ziman ku di encama şopandin û lêkolînê de Hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbirê 29′ê Cotmehê li Qamişoyê 2 bikarhênerên hişbirê û bazirganiya wê dikin girtin.

Li gorî navendê, di çarçoveya pêngava tolhildana şehîdên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbirê de agahî ji hêzê re hatin ku 2 bikarhênerên hişbirê û bazirganiya wê dikin li taxeke Qamişloyê hene, bi wê re endamên hêzên têkoşînê yekser dest bi operasyonên lêgerîn û lêkolînê kir û piştî çavdêrî û komkirina belgeyên li ser wan, hêzê bi ser cihê wan de girt û ew her du girtin. Li gel wan 15,40 gram hişbirê û 2,34 gram Crystal û alaên ji bo bikaranînê hatin dîtin û hatin desteserkirin.

Di dawiyê de navendê anî ziman ku Rêveberiya Giştî ya Têkoşîna Dijî Hişbirê hevkariya welatiyan bi hêzê re li ser agahdarkirina hişbirê silav kir û bang li wan kir ku her tiştê biguman agahiyê bidin nuqteya ewlehiyê ya herî nêz.

(fr)