Beşîr Mele Newaf: Divê têkoşerên aştiyê piştgiriyê bidin Rêber Abdullah Ocalan

Beşîr Mele Newaf anî ziman ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo azadiya tevahî pêkhateyan tê dikoşe, lewre divê her kes piştgiriya wî bike û ji bo azadiya wî ya fîzîkî tê bikoşe.

Beşîr Mele Newaf: Divê têkoşerên aştiyê piştgiriyê bidin Rêber Abdullah Ocalan
6 hezîran, 2026   02:35
QAMIŞLO
BERFÎN ROJ

Rewşenbîr û mamosteyê wêjeya kurdî Beşîr Mele Newaf li ser girîngiya rakirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî ji ajansa me re axivî.

Beşîr Mele Newaf diyar kir ku tecrîda zêdetirî 25 salan a li dijî Rêber Abdullah Ocalan binpêkirinên qanûnên mafên mirovan ên Neteweyên Yekbûyî ye û destnîşan kir ku saziyên mafên mirovan binpêkirinên herî giran ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan hatine kirin, belge kirin.

Beşîr Mele Newaf got têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan tevgereke siyasî ya civakî ye ku sînorê partiyetiyê derbas kiriye û bûye ronakbîr û fîlozofekî ku ramanên wê bandor li cîhanê kiriye û got: "Kesayetên wiha yên dîrokî dikarin di rewşên herî giran de qeyranên civakan çareser bikin. Bawer dikim ku Rêber Abdullah Ocalan dikare vê yekê bike. Dewleta Tirk mîrateya Împaratoriya Osmaniyan e, rastiya vê yekê dizane, lewre tecrîdê ferz dike da ku gel bê rêber û bê siyaset bihêle. Bi nêrîna dewleta Tirk di dirêjahiya 25 salan ve pergala tecrîdê li ser Rêbertî ferz kiriye da ku gel û raya giştî mijul bike û rê nede ku bi rêyên din bifikire."

Mele Newaf bi bîr xist ku Tevgera Azadiya Kurdistanê di dirêjahiya van salan de hewl da li gorî rewşên siyasî yên li ser cîhanê guhertin û veguhertinan pêk bîne û ev li gotinên xwe zêde kir: "Rêber Abdullah Ocalan rewş lêkolîn kir û çareserî ji pirsgirêka Kurd û Rojhilata Navîn re pêşkêş kir. Lê ev li xweşiya modernîteya kapîtalîst û netewedewletê, di serî de Îran û Tirkiyeyê nehat.”

Mele Newaf anî ziman ku pêvajoya aştiyê û entegrasyona demokratîk ji qeyranên li herêmê re çareserî ne, lewre jî divê rewşenbîr û azadîxwaz û tevahî pêkhate piştgiriyê bidin vê yekê.

Mamoste Beşîr Mele Newaf di dawiya axaftina xwe de got Rêber Abdullah Ocalan ne tenê ji bo Kurdan lê ji bo tevahî pêkhateyan têkoşînê dike, lewre erkeke exlaqî û mirovî ye ku hemû kesên ji bo azadî, aştî û rûmetê tê dikoşin, xwedî li Rêber Abdullah Ocalan derkevin.

(bb)