Li Hemayê kesek birîndar bû

Li nêzî bajarokê Horat Emorîn ê rojavayê Hemayê di hewldana diziyê de ji hêla çekdarên nenas ve gule li du birayan hatin barandin, kesek birîndar bû.

Li Hemayê kesek birîndar bû
27 cotmeh, 2026   20:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro, li nêzî bajarokê Horat Emorîn ê girêdayî navçeya Selhebê ya rojavayê Hemayê, di dema hewldaneke diziyê de, ji aliyê çekdarên nenas ve gule li du birayan hatin reşandin, di encamê de kesek bi giranî birîndar bû.

Çavkaniyên herêmî ragihand ku di dema hewldana diziyê de, çekdaran gule li her du birayan reşandine û di encamê de yek ji wan bi awayekî giran birîndar bûye. Der barê nasnameya êrişkeran an jî aqûbetê birayê din de tu agahiyên zêdetir nehatine dayîn.

(f)