Serokê Cîbûtiyê cara şeşan e di hilbijartinan de bi ser dikeve

Wezareta Karên Hundir a Cîbûtiyê ragihand ku di hilbijartinên serokatiyê de Îsmaîl Omer Cîle bi ser ketiye.

Serokê Cîbûtiyê cara şeşan e di hilbijartinan de bi ser dikeve
11 nîsan, 2026   11:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Cîbûtiyê îsmaîl Omer Cîle cara 6`emîn e dibe serok. Di hilbijartinan de ji sedî 97,8 deng girtibûn. Mihemed Fereh Sematar jî tenê ji sedî 2,2 deng girtin. 

Îsmaîl Omer Cîle 78 salî ye û ji sala 1999`an ve bûye serokê Cîbûtiyê. Di hilbijartinên sala 2021`an de jî ji sedî 97’ê dengan girtibû.