Li Hema û Helebê di 2 bûyeran de kesek hat kuştin û 3 kes birîndar bûn

Li gundekî Parêzgeha Hemayê kesek hat kuştin û li ser rêya Heleb-Fafîn jî bi êrişa çekdaran 3 kes birîndar bûn.

Li Hema û Helebê di 2 bûyeran de kesek hat kuştin û 3 kes birîndar bûn
25 cotmeh, 2026   09:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Danê şevê (şemî-yekşem) li gundê El Şîha yê gundewarê Hemayê Hisên Mihemed El Dahir (48) yê ji gundê El Sitblat a li gundewarê başûrê Helebê hat kuştin. 

Çavkaniyeke ewlehiyê diyar kir ku El Dahir rastî êrişeke bi kêran hat û di encamê de hat kuştin.

Li aliyeke din li ser rêya Heleb-Fafîn çekdaran hejmarek kesan hedef girt, di encamê de 3 kes birîndar bûn, têkildarî nasnameya birîndaran û bûyerê ti agahiyên din nehatin parve kirin.

(sb)

ANHA