Li Helebê têkildarî komploya navneteweyî civîn

Şaredariya Gel a bajarê Helebê bi boneya nêzbûna salvegera 27ˋemîn a komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan civînek li dar xist.

9 sibat, 2025   21:05
HELEB

Bi boneya nêzbûna salvegera 27ˋemîn a komploya navneteweyî ku di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de gelê Kurd hat hedefgirtin, Şaredariya Gel a Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Heleb civînek li dar xist. 

Civîn li kafîterya Parka Efrîn a li taxa Eşrefiyê hat organîzekirin. Di civînê de hevseroka Şaredairya Gel Emîne Beyrem bi zimanê Kurdî û hevserokê Mala Êzidî ya Helebê Menan Cafer bi zimanê Erebî axivîn.

Axêveran diyar kir ku ji bo ku Kurdan qir bikin, di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de li dijî gelê Kurd komploya navneteweyî li dar xistin, lê bi saya fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan, girêdana gel û berxwedana wî, ev komplo hat têkbirin.

Axêveran anî ziman ku têkoşîna li ser bingeha azadiyê fireh bû û fikreya neteweya demokratîk gihîşt tevahî gelan û ji bo tercîhkirina demokrasiyê li tevahî Rojhilata Navîn bû dendik.

Her du axêveran di gotinên xwe de pêvajoyên komployê, armancên wê yên aşkera û veşartî bi hûrgilî şîrove kirin.

(fr)

ANHA