Li Helebê komcivîna têkildarî aloziya nasnameyê li Sûriyeyê

Malbenda Heleb a Rewşenbîrî ji bo vedîtina rihên krîza nasnameyê li Sûriyeyê û analîzekirina bandorên wê li ser mozaîka civakî û siyasî li welat û pêşkêşkirina nênrînên der barê rêbazên jinûve avakirina nasnameya nîştimanî de komcivînek li dar xist.

9 sibat, 2025   18:27
HELEB

Bi sernavê "Aloziya nasnameya nîştimanî ya giştgîn û veguherîna demokratîk li Sûriyeyê" Malbenda Heleb a Rewşenbîrî li hola Telêt Heleb a li beşa rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê komcivînek organîze kir.

Di komcivînê de endam û nûnerên ji partiyên siyasî, saziyên sivîl, tevgerên jinan, akademisyen, parêzer, çalakger, komelgeha katolîkî, mamosteyên zanîngehan beşdar bûn, li kêlek wê jî bi rêya dîmenê qeydkirî gelek çalakgerên ji hudnirê Sûriye û derveyî wê beşdar bûn.

Di komcivînê de tenê mijarek bû. hevserokê Malbenda Heleb a Rewşenbîr û nivîskar Ehmed Bîrhat mijar bi rê ve bir.

Ehmed Bîrhat têgîna nasnameya nîştimanî şîrove kir û got: "Têgîn, hîskirina tevlêbûna li dewletê yan jî neteweyekê ye. Têgîn di nava xwe de nirx û baweriyên hevpar ên ku yekitiya nîtimanî xurt dikin, dihewîne."

Der barê wateya aloziya nasnameyê de jî Bîrhat wiha pênase kir: "Rewşa ku kes an jî kom zehmetiyên diyarkirina nasnameyên xwe yan jî tevlêbûna li nasnameyeke diyar dikişînin. Ew jî bi sedema hêmanên siyasî, civakî, çandî, olî yên guhêrbar e."

Her wiha Bîrhat bi gelek xalên girîng bal kişand ser rêbazên avakirina nasnameya Sûriyeyê ya giştî û wiha domand: "Divê hebûna çandên cihêreng were teqezkirin û parastina hevgirtina civakî ya welatiyan û pêkhateyên etnîkî û olî yên heyî were tesbîtkirin, her wiha hêmanên pêkanîna aştiya mayînde li tevahî Sûriyeyê werin danîn. Divê ev hemû bi xurtkirina rêgezên fikrî, siyasî, exlaqî werin kirin û bikevin nava destûreke demokratîk ku hemûyan bipejirîne û mafên welatiyan bi her sê stûnên wekhevî, azadî û beşdariyê misoger bike."

Dûre beşdaran nîqaş kir, nêrîn û fikrên xwe pêşkêş kirin. çalakgera jin û sivîl a ji Siweydayê Necwa El Tewîl got: "Bê guman, pirrengiya çandş, neteweyî û taîfî digel pergala demokrasiyê de jêdera hêzê, îstîqrr û geşkirinê ye. Barê herî giran jî li ser milê jinê ye ku bêyî paşguhkirina rola wê beşdarî tevahî aliyan bibe."

Li aliyekî din jî parêzer û endamê Partiya Karker a Komunîst li Şamê Mehmûd Îsa ku berê li gel rejîma Baasˋê girtî bû got: "Sûriye bajarekî dîrokî û şareza ye. Em mehmûkê jiyankirina hevbeş û yekitiya welatê xwe ne. Divê mozaîka Sûriyeyê ji bo avakirina Sûriyeyê bibe hêmaneke hêzê. Divê em nasname, rol û erkên xwe li gorî destûreke adilane ku tê de maf û erkan misoger bike, pêk bînin."

Li gorî nîqaşên hatine kirin komcivîn bi hin xalan bi dawî bû. hevseroka Malbenda Heleb a Rewşenbîrî Leyla Xalid ev xal xwendin û wiha ne; berdewamkirina diyalogî nîştimanî yên giştî di nava tevahî aliyên Sûriyeyê de, divê rewşenbîr, siyasetmedar û rêxistinên civaka sivîl rola xwe ya pêşeng di vê pêvajoyê de bilîzin, xebat li ser geşkirina pergala siyasî ku rêzê ji pirengiyê re bigire were kirin, xebat li ser pêkanîna edaleta civakî û çareserkirina şopên sûcên di dirêjahiya krîza Sûriyeyê de hatine kirin, divê civata navneteweyî rola xwe di piştgiriya hewlên xwecihî û herêmê ji bo pêkanîna aştî û îstîqrarê de bilîze.

(fr)

ANHA