Îlham Ehmed: Çareseriya herî guncaw ji bo Sûriyeyê pergala nenavendî ye

Di paneleke diyalogê ya li Hesekê de Îlham Ehmed diyar kir ku ji bo pêvajoya jinûve avakirina Sûriyeyê li benda Sûriyeyiyan pêvajoyeke zehmettir heye û got: "Çareseriya herî guncaw ji bo aloziya Sûriyeyê pêkanîna pergala nenavendî ye."

Îlham Ehmed: Çareseriya herî guncaw ji bo Sûriyeyê pergala nenavendî ye
Îlham Ehmed: Çareseriya herî guncaw ji bo Sûriyeyê pergala nenavendî ye
Îlham Ehmed: Çareseriya herî guncaw ji bo Sûriyeyê pergala nenavendî ye
Îlham Ehmed: Çareseriya herî guncaw ji bo Sûriyeyê pergala nenavendî ye
Îlham Ehmed: Çareseriya herî guncaw ji bo Sûriyeyê pergala nenavendî ye
Îlham Ehmed: Çareseriya herî guncaw ji bo Sûriyeyê pergala nenavendî ye
Îlham Ehmed: Çareseriya herî guncaw ji bo Sûriyeyê pergala nenavendî ye
Îlham Ehmed: Çareseriya herî guncaw ji bo Sûriyeyê pergala nenavendî ye
Îlham Ehmed: Çareseriya herî guncaw ji bo Sûriyeyê pergala nenavendî ye
Îlham Ehmed: Çareseriya herî guncaw ji bo Sûriyeyê pergala nenavendî ye
Îlham Ehmed: Çareseriya herî guncaw ji bo Sûriyeyê pergala nenavendî ye
9 sibat, 2025   21:07
HESEKÊ

Hevbendiya Rêxistinên Civaka Sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hola Semirqend a taxa Til Hecer ê Hesekê yê kantona Cizîrê paneleke diyalogê organîze kir. Di panelê de pêşdeçûnên siyasî li Sûriyeyê li ser astên xwecihî, navneteweyî û herêmî û pêşdeçûnên girêdayî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û têkiliya wê bi Şamê re û rola civaka sivîl di pêvajoya heyî û siberojê de hatin nîqaşkirin.

Di civînê de hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed, nûnerên ji 50 komele û rêxistinên civaka sivîl beşdar bûn.

ˊBÛYERÊN LI SÛRIYEYÊ DÎROKÎ BÛNˊ

Di destpêka axaftina xwe Îlham Ehmed wiha got: "Em îro di pêvajoyeke nû de li hev dicivin. Hemû bûyerên li qada Sûriyeyê û herêmê diqewin dişopînin. Bûyera li Sûriyeyê qewimiye, dîrokî bû."

ˋHÎNA NÎŞANEYÊN SÛRIYEYA NÛ AŞKERA NEBÛNEˊ

Îlham wiha domand. "Pêdiviya guhertina li Sûriyeyê hîna didome û nîşaneyên Sûriyeya nû hîna aşkera nebûne. Em di qonaxeke veguhêz de dijîn, ev qonax ji bo nexşekirina siberoja Sûriyeya nû pir girîng e. Li vir pirs tên kirin ku; gelo wê kengî ev nîşane werin xêzkirin û wê çawa pêk bê?"

ˊDESTHILATA ŞAM Û CIVATA NAVNETEWEYÎˋ

Îlham diyar kir ku li Şamê desthilateke nû hye, lê di rewşa meydanî de tu guhertinên cidî çênebûne û wiha domand: "Civata navneteweyî girîngiyê dide dosyaya Sûriyeyê û hewl dide Sûriyeya nû ya pirreng û curbecur ku tê de hemû çand hebin, bibîne. Li kêlek wê jî girîngiyeke taybet bi rola jinê di civakê û rêvebirina Sûriyeyê de heye. Ev xwesteke bingehîn ji bo tevahî sûriyeiyan e."

Îlham anî ziman ku serdanên dewletên herêmê rojane hene û hêvî kir ku ev tevger di rêveçûna avakirina Sûriyeyê de bibin alîkar û wiha gotina xwe berdewam kir: "Krîza mirovî û ewlehî hîna li tevahî parêzgehên Sûriyeyê didomin. Ev tê wateyê ku di rewşa meydanî de tu guhertinên mezin çênebûne, tenê tevgera welatiyan di navbera bajar û parêzgehan de hêsan bûye."

ˋPÊDIVIYA SÛRIYEYA NÛ BI SAZIYÊN NÛNERTIYA TEVAHÎ PÊKHATEYÊN WÊ BIKIN HEYEˊ

Di vê çarçoveyê de Îlham Ehmed anî ziman ku pêdiviya Sûriyeyê bi saziyên siyasî, civakî û çandî yên aktîv heye ku nûnertiya Sûriyeyiyan bike û hewcedariyên wan di tevahî aliyan de dabîn bike.

Îlham wiha pê de çû: "Em lomê ji rêveberiya Sûriyeya nû nakin, ji ber ku ew hîna di destpêkê de ye û pêdiviya wê bi derfet û enerjiyên mirovî hene ku piştgiriya wê bikin. Pêdiviya Sûriyeyê pêvajoyeke veguhêz a rasteqîn heye, ev yek hîna pêk nehatiye. Hewcedariya veguhastina siyasî ya aktîv bi sazkirina destûreke nû, li kêlek pêvajiya hilbijartinê ya demokratîk bi çavdêriya NYˋyê û beşdariya tevahî etnîkên civaka Sûriyeyê, heye."

ˋLI BENDA SÛRIYEYIYAN PÊVAJOYEKE ZEHMETTIR HEYEˊ

Der barê vê yekê de Îlham wiha axivî: "Li benda Sûriyeyiyan pêvajoyeke zehmettir heye. Heta niha tu komîteyek an jî mecliseke veguhêz ku tê de tevahî pêkhateyên Sûriyeyê hebin nehatiye ragihandin, tevî ku mijar pir girîng e."

Îlham diyar kir ku wê li Parîsê bi beşdariya wezîrên ji gelek dewletan kongreyek li dar bikeve û wê di kongreyê de rêbazên sivikkirina cezayên li ser Sûriyeyê û destpêkirina avakirina Sûriyeyê, werin nîqaşkirin.

ˋBERDEWAMKIRINA ÊRIŞÊN DAGIRKERANˊ

Der barê rewşa leşkerî de Îlham aşkera kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî herêmê bi giştî û li dijî herêmên Bendava Tişrînê û Minbicê hîna didomin. Ev yek rewşa ewlehiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girêktir dike.

ˋSÛRIYEYA NENAVEDÎ TAYBETMENDIYÊN FIREH ÊN HER HERÊMEKÊ DIDEˊ

Îlham anî ziman ku çareseriya herî guncaw ji bo Sûriyeyê ew e ku pergala nenavendî pêk were ku destûrên fireh bide tevahî herêman û wiha domand ."Em dixwazin, bi rêya yekartêşê, siyaset û dîplomasiyên aktîv, Sûriyeyeke bihêz ava bikin. Lê ev bi pergala nenavendî pêk tê û hevsengiyê pêk tîne. Îsrara li ser pergala navendiya nû tê wateya jinûve çêkirina dîktatorekî nû, em jî vê yekê red dikin."

ˋFITNEYA NETEWEPERESTÎ Û ROLA ÇAPEMENIYÊˊ

Îlham hişyarî der barê derxistina fitneyan di navbera Ereb û Kurdan de li Sûriyeyê da û got hin alî hene ku vê dozê ji bo pêkanîna armancên xwe yên herêmê bi kar tînin.

Îlham bang li tevahî Sûriyeyiyan kir ku li hember fitine û propagandyên ji hin kanalên çapemeniyê yên ereban derdikevin hişyar bin, ji ber ku dixwazin careke din şer li Sûriyeyê çêbe û armancên xwe pêk bînin.

ˋGIRÎNGIYA YEKITIYA KURD Û ROLA RÊXISTINÊN CIVAKA SIVÎLˊ

Li ser mijarê Îlham got hin hewlên cidî ji bo yekitiya Kurdî hene û di vê dawiyê de hin gavên berhemdan hatin avêtin û wê encamên berhemdatir derkevin pêş.

Îlham anî ziman ku divê Rêxistinên Civaka Sivîl rola xwe ya destekdayîna pêvajoya aştî û îstîqrarê de bilîze û got: "Divê Rêxistinên Civaka Sivîl rola xwe ya aktîv bilîzin, pirsgirêkên civak û aborî çareser bikin."

Di dawiyê de di navbera hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Îlham Ehmed û nûnerên Rêxistinên Civaka Sivîl de nîqaşên li ser astengiyên li hember rêxistinan, rola jinê di avakirina Sûriyeya nû de, girîngiya pêkanîna yekitiya Kurdî hatin kirin.

(fr)

ANHA