Li Helebê panela "Ji nenavendîbûnê ber bi destûreke niştîmanî ya hevgir ve"

Nivîsgeha Jinan a MSD'ê panelek bi navê "Ji nenavendîbûnê ber bi destûreke niştîmanî ya hevgir ve" li dar xist. Di panelê de hat destnîşankirin ku nenavendîbûn şêweyeke demokrasiyê û dûrî parçebûnê ye û divê rola jinan di tevahî warên jiyanê de di çarçoveya Sûriyeya siberojê de sereke be.

8 mijdar, 2025   20:14
HELEB

Nivîsgeha Jinan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) a taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê paneleke diyalogê bi navê "Ji nenavendîbûnê ber bi destûreke niştîmanî ya hevgir ve" li hola civînan a MSD'ê ya rojhilatê taxa Şêxmeqsûd li dar xist.

Di panelê de jinên rewşenbîr, hiqûqnas û çalakvanên serbixwe amade bûn.

Mijara yekemîn a li ser "Nenavendîbûn li Sûriyeyê" ji aliyê endama Nivîsgeha Jinan a MSD'ê Îman Elo ve hat birêvebirin. Îman behsa girîngiya nenavendîbûnê weke deriyê pêkanîna îstîqrara siyasî û rêveberî li welat, kir.

Mijara duyemîn a li ser "Destûra nû ya Sûriyeyê û rola jinan tê de" ji aliyê parêzer Helîme Îbrahîm ve hat xwendin. Di mijarê de girîngî bi beşdarkirina jinan di cihên biryardayînê û parastina mafên wê de, hat dayîn.

Piştre endama Nivîsgeha Têkiliyan a MSD'ê Fatme El Hesîno got ku rejîma berê xwe dispart navendîbûna mutleq û yekrengiyê, bi rêya dûrxistina ji navendên biryardanê jin paşguh dikir.

Fatme El Hesîno destnîşan kir ku nenavendîbûn tê wateya dabeşkirina erkan û îdareyan û divê tê de jin roleke sereke bilîzin û di hemû aliyan de nûnertiya wan a adilane hebe.

Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Zelîxa Reşîd jî got divê di qonaxa bê de asta têkoşînê ji bo pênasekirina nenavendiyê ji bo gelê Sûriyeyê were bilindkirin û rastiya nenavendiyê ya ku bingeha demokrasiyê û dûrî parçebûnê ye, were naskirin.

Di dawiya panelê de ji bo xurtkirina rola jinan di jiyana siyasî û pêvajoya sazkirina destûra Sûriyeya siberojê de pêşniyar hatin kirinhatin pêşkêşkirin.

(mh/fr)

ANHA