Li Humsê li dijî bilindkirina bihayê kehrebeyê xwepêşandan

Bi dehan welatiyên Humsê ji bo nîşandana nerazîbûnê li hemberî biryara bilindkirina bihayê kehrebeyê, daketin xwepêşandanê. Welatiyan got ku ev biryar barê welatiyan girantir dike û jiyana wan a rojane xerabtir dike.

Li Humsê li dijî bilindkirina bihayê kehrebeyê xwepêşandan
Li Humsê li dijî bilindkirina bihayê kehrebeyê xwepêşandan
Li Humsê li dijî bilindkirina bihayê kehrebeyê xwepêşandan
Li Humsê li dijî bilindkirina bihayê kehrebeyê xwepêşandan
8 mijdar, 2025   20:22
HUMS

Nûçegihana me ji bajarê Humsê da zanîn ku bi dehan welatî û çalakvanên sivîl li pêşiya avahiya parêzgeriya Humsê xwepêşandan li dar xist. Welatiyan bi xwepêşandanê nerazîbûna xwe li hemberî biryara hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ya zêdekirina bihayê kehrebeyê nîşan da.

Xwepêşandêran pankartên "Kehrebe maf e ne bazirganî ye", "mûçeya min tune ye, ez ê çawa bidim", "Wezaret qezenc dike û welatî birçî dibe" û gotinên din ên ku êşên welatiyan derdibirînin, hatin hildan.

Xwepêşandêrekî got ku beşdariya wî hevgirtina bi zehmetiyên welatiyan re ye û ev biryar, li şûna alîkariya mirovan di başkirina rewşên wan de bike, hê barê welatiyan giran dike û jiyana wan a rojane xerabtir dike.

Xwepêşandêran banga destwerdanê lezgîn ji bo betalkirina vê biryarê ku ne li gorî rewşa aborî û debarê ya li herêmên di bin kontrola hikumeta veguhêz de ye, kir û aşkera kir ku ev zexteke mezin li ser welatiyan çêdike û derbeke tund li dijî civakê ye.

Hikumeta veguhêz biryara bilindkirina bihayê kîlowata kehrebeyê ji 10 lîre heta 600-1400 lîreyan dabû.

Rêjeya mehane ya kehrebeya ku her malek bi kar tîne nêzî hezar kîlowat e, anku fatûreya mehane zêdetirî mîlyon û 400 hezar lîreyê ye. Hemwextî wê mûçeya herî kêm li herêmên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê 750 hezar lîre ye.

Ji bo nîşandana nerazîbûnê li hemberî vê biryarê gelek saziyên berhemdar û şîrket rawestîn û karmendên xwe jî dan rawestandin.

(mh/fr)