Ji peymangeha hunerê bernameya agahdarkirin û perwerdeyê

Peymangeha Bilind a Hunerê bi armanca di nava şargirtinên dibistanên amadehî de heskirina hunerê zêde bike û wana bikişîna peymangehê, bernameya agahdarkirin û perwerdeyê amade kir.

Ji peymangeha hunerê bernameya agahdarkirin û perwerdeyê
Ji peymangeha hunerê bernameya agahdarkirin û perwerdeyê
Ji peymangeha hunerê bernameya agahdarkirin û perwerdeyê
18 mijdar, 2024   17:13
QAMIŞLO

 Kolektîfa Hûnerê ya Rojava, derbarê derbasbûna Peymangeha Bilind a Hûnerê de, ji bo şagirtên dibistana amadehî li bajarê Qamişlo civînek agahdarkirinê li dar xist.

 Di civîna ku li Navenda Çand û Hûnerê ya Mihemed Şêxo hat li dar xistin û nêzî 200 şargirt tevlî bûn de, li ser navê kolektîfê Mamosteyê Şanoyê ya Peymangeha Bilind Ekîn Ronî axivî.

 Ekîn Ronî bibîr xist ku Peymangeha Bilind a Hûnerê cara yekemîn hatiye vekirin, lewma heta niha ji bo şagirtan ezmûnek çênebibû. Ji ber vê yekê şargirtên ku nû dest bi xwendina peymangehê kirine, hinek zehmetiyan dikişînin.

 Ronî destnîşan kir ku bi armanca dagirtina vê valahiyê wana plansazyek derxistiye û ev plansazî wiha vegot: “Em ê şagirtên dibistanên amadehî yên ku bixwazin qeyda xwe li peymangehê çêbikin, bi rêka mamosteyan amade bikin. Li ser vê bingehê me bi Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC) re pêwendî çêkir û bi rêka wan em bi şagirtên dibistanên amadehî re ketin nava danûstandinê. Me bajarên Dêrik, Qamişlo, Hasekê û Kobanê wekî bajarên pîlot diyar kirine. Em ê her roja înê saet 15.00’an karibin bi ciwanan re werin cem hev û eleqedar bibin. Em ê her hefteyê çalakiyên wekî film, şano, govend û konseran li dar bixin, pêşengehên wêneyan vekin, li deverên dîrokî bigerin û semîneran bidin. Demsala havînê jî emê di hemû beşan de atolyeyan vekin.”

 Ekîn Ronî anî ziman ku ew dixwazin ji dibistana amadehî ve bala ciwanan bikişînin ser xebatên çand û hûnerê û wana bikişînin nava sala xwendinê ya sala 2025-2026’an.

 Ekîn Ronî da zanîn ji bo ku şagirtên dibistanên amadehî bikaribin derbarê xebatên wan de agahiyên berfirehtir bi dest bixin jî, li ser navê peymangehê hesabên medya dijîtal ên facebook û înstîgramê vekirine.

 Şargirtên dixwazin pêwendiyê çêbikin, dikarin bi riya hesabên Facebook û Înstîgramê ê bi navnîşana, “Peymangeha Bilind a Hûnerê” xwe bigihînin peymangehê.

 (ma/a) 

ANHA