Nûnertiya MSDˋê li Almanyayê panelek li dar xist

Nûnertiya MSDˋê li Almanyayê di panelekê de diyar kir ku pêwîstî bi xwespartina li çareseriyên demokratîk ên giştî li Sûriyeyê heye ku mafên tevahî pêkhateyan misoger bibin û îstîqrareke mayînde pêk bê.

Nûnertiya MSDˋê li Almanyayê panelek li dar xist
3 sibat, 2025   21:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnertiya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) li bajarê Dortmund ê Almanyayê paneleke diyalogê li dar xist. Di panelê de çalakgerên siyasî, rojnamevanên Kurd û Ereb, birêz Qasim El Xetîb ji Cebhet El Ewde û Bînas (Eniya Veger û Avakirinê) û nûnerê MSDˋê li Almanyayê Dr. Rizgar Qasim beşdar bûn.

Di panelê de pêdeçûnên siyasî li Sûriyeyê yên piştî hilweşîna rejîmê û kontrola desthilatê ji hêla Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) ve hatin nîqaşkirin. Rizgar Qasim axivî û got divê çareseriyên demokratîk yên giştî çêbin ku mafên tevahî pêkhateyan werin misogerkirin û îstîqrareke mayînde çêbe.

Li aliyekî din jî Qasim El Xetîb got desthilata Şamê nûnertiya altarnatîfeke demokratîk a rasteqîn nake û got wê aliyên nîştimanî yên ku hewlên çareseriyeke siyasî ya adilane dikin paşguh kirin û wiha domand: "Projeya Rêveberiya Xweser û MSDˋê modela herî hevseng û serkeftî ye ku siberojeke mayînde ji bo Sûriyeyê pêk bê."

Di panelê de beşdaran diyar kir ku divê di navbera hêzên demokratîk de diyalog dewam bikin ku nêrînek ji bo pêşeroja welat li ser bingehên edalet û hevkariya nîştimanê derkeve.

(fr)