Dagirker gundewarê Girê Spî û Kobanê topbaran dikin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de gelek gundên li gundewarê Girê Spî û Kobanê bi çekên giran topbaran dikin.

Dagirker gundewarê Girê Spî û Kobanê topbaran dikin
9 sibat, 2025   18:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Di van kêliyan de, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Meydan, Qinê û Toreman ên gundewarê bajarê Kobanê, gundê Îbrahîm Kurdo yê gundewarê rojavayê Girê Spî, gundên Muxlit û Hiwêca yên li gundewarê başûrê Silokê bi çekên giran topbaran dikin.

Der barê windahî û ziyanan de tu agahî bi dest neketin.

(fr)

ANHA