Li Helebê goreke komî hat dîtin

Li başûrê Helebê goreke komî hat dîtin ku 57 cenaze tê de hatine binaxkirin.

Li Helebê goreke komî hat dîtin
1 gulan, 2026   14:39
NAVENDA NÛÇEYAN

SOHR'ê ragihand ku li gundê Mezret El Rahib ê li başûrê Helebê goreke komî hatiye dîtin.

Li gorî SOHR'ê di gora komî de cenazeyên 57 mirovan (55 mêr, jinek û zarokek) hebûn.

SOHR'ê diyar kir ku ji destpêka îsal (2026) ve 13 gorên komî hatin dîtin ku 138 cenaze tê de hebûn.

(bb)