Ciwanek dema hewl da biçe Lubnanê winda bû

Ciwanek ji bajarê Kobanê dema hewl da ji Sûriyeyê derbasî Lubnanê bibe winda bû.

Ciwanek dema hewl da biçe Lubnanê winda bû
1 gulan, 2026   14:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku ciwanekî Kurd ê 21 salî dema hewl dida ji Sûriyeyê derbasî Lubnanê bibe, winda bûye.

Li gorî SOHR'ê, ciwanê windabûyî ji bajarê Kobanê ye, 28'ê Nîsanê ve berê xwe da sînorê Sûriye-Lubnanê û ji wê demê ve agahî jê qut bûne.

(bb)