Êlên Kurd û Ereban li hev civiyan

Di civîna êlên Kurd û Ereban a li Amûdê ded şêxeşîr û nûnerên êlan hevgirtina xwe ya dîrokî ya li herêmê anî ziman û li hemberî fitneyê jî israra xwe nîşan da.

Êlên Kurd û Ereban li hev civiyan
Êlên Kurd û Ereban li hev civiyan
Êlên Kurd û Ereban li hev civiyan
Êlên Kurd û Ereban li hev civiyan
Êlên Kurd û Ereban li hev civiyan
Êlên Kurd û Ereban li hev civiyan
Êlên Kurd û Ereban li hev civiyan
Êlên Kurd û Ereban li hev civiyan
Êlên Kurd û Ereban li hev civiyan
Êlên Kurd û Ereban li hev civiyan
1 gulan, 2026   15:09
AMÛDÊ

Rûspî û şêxên eşîrên Kurd û Ereb bi vexwendina eşîra Deqoriyan a li herêma Cizîrê, li gundê Sarincê ya Deqoriyan a li ser rêya di navbera Amûdê-Hesekê, Dirbêsiyê-Hesekê de li hev civiyan.

Ev hevdîtin ji bo xurtkirina hevdgirtina di navbera pêkhateya Kurd û Ereb de hate organîzekirin. Hevdîtin di bin konan de ku li ser zeviyeke li gund de hatibû danîn, pêk hat.

Di hevdîtinê de bi dehan nûnerên ji eşîr û êlên Kurd û Ereban ên herêma Cizîrê de amade bûn.

Yek ji rûspiyên eşîra Şemer Ebdulselam El Paşa El Asî El Cerba di civînê diyar kir ku ev roj ji bo wan cihê kêfxweşiyê ye, ew ji demên berê de li ser geşkirina biratiyê mezin bûne. Ew fitneya di navbera Kurd û Ereban de qebûl nakin. Ew wek gelê herêmê xwedî dîrokên hêja ne û ew ê vê yekê bidomînin.

Şêxê Êla El Tey Ziyad El Ferhan da zanîn ku ew bawer dikin ku welat bi hevgirtina hemû aliyan ava dibe. Dîroka wan şahida vê yekê ye, wan bi hev re li hember gelek zehmetiyan li ber xwe daye.

Li ser navê eşîra Hesina Ebdulezîz Hac Ehmed destnîşan kir ku ew ne wek aliyên ji hev cuda dicivin, ew bi yek rihî û xwestekê dicivin. Yekitî ne sloganek e, ew ji bo hev palpişt in û nirxên wan yek in.

Şêxê eşîra Şemer a li Sûriyeyê Manii Himêdî El Deham El Hadî jî axivî û diyar kir ku divê êl hevgirtina xwe bînin ziman. Ew dizanin ku yên dixwazin fitneyê derxin hene, lê ew dê rê li ber vê fitneyê bigirin.

Yek ji şêxeşîrên Benî Seba Hisên El Hecî Ebû Emşa jî da zanîn ku daxwaza wan ew e ku ew parêzgeha xwe biparêzin, ji aliyên peywendîdar jî ev daxwaz kir.

Rûspiyê eşîra Begara Ewad El Iqla axivî û destnîşan kir hebûna eşîran li vê deverê, hevgirtina wan dide nîşandan û bi demê re ew destê xwe ji hev bernadin.

Li ser navê eşîra Milan Xidir Axa Hesan Elî Îsa Axa El Miliya jî axivî û da zanîn ku di demekê de ku rewşên siyasî û civakî li herêmê rastî astengiyan tê, yekrêziya pêkhateyan wê rê li ber hemû astengiyan digire.

Li ser navê êla El Cihêş El Zubêriya Izedîn El Necim diyar kir ku di vê demê de pêwîstiya wan bi hevgirtinê heye.

Li ser navê Êla Morîka-Kîkan nivîskar Mişel Osman axivî û da zanîn ku ew dûrî siyasetê li hev civiyane, erka wan e ku ew bi hemû hêza xwe li hember derxistina fitneyê derkevin.

Hevdîtin bi axaftinên der barê piştgiriya Peymana 29`ê Çileyê ya di navbera QSD-Rêveberiya Xweser û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de û pêwîstiyên pêvajoyê bi dawî bû.

(sb-fk)

ANHA