Li Nîjeryayê êrişên xwekujî: 23 kes hatin kuştin

Di êrişên xwekujî de li bakurê rojhilatê Nîjeryayê 23 kes hatin kuştin û 108 kesên din jî birîndar bûn.

Li Nîjeryayê êrişên xwekujî: 23 kes hatin kuştin
17 adar, 2026   11:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Polîsan a Eyaleta Borno ya Nîjeryayê duh derengiya şevê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaiyê de hate diyarkirin ku li bajarê Maiduguri (paytexta eyaleta bakurê rojhilatê welêt) çend êrişên xwekujî hatin kirin. Di encamê de herî kêm 23 kes hatin kuştin û 108 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ku 2 çavkaniyên ewlehiyê û 3 niştecihan dane Reutersê, teqîna yekem li ofîseke posteyê ya li navenda bajêr çêbû, piştre teqînek din li Bazara Duşemê  pêk hat.

(bb)