Li Heleb, Şehba û Kobanê çalakiyên 4ˊê Nîsanê

Li kantonên Firat, Şehba û bajarê Helebê bi boneya 4ˊê Nîsanê şahî û çalakî hatin lidarxistin. Di şahiya Şehba ciwanek tev li refên gerîlayên azadî bû.

4 nîsan, 2024   18:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya rêzeçalakiyên bi boneya rojbûna Rêber Abdullah Ocalan de, li taxa Eşrefiyê ya Helebê, li gundê Elpelûr ê Kobanê û kampa Serdem a Şehbayê şahî hatin lidarxistin.

HELEB

Xelkê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya Helebê bi vê boneyê li Parka Efrîn a li taxa Eşrefiyê ya Helebê şahî li dar xist. Park bi wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û pankartan hate xemilandin.

Di şahiyê de hevseroka Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Hêvîn Silêman axivî û got: "Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan vejîna azadiyê ya tevahî gelên bindest e. Ji lew re mêtingeran xwest bi rêya komplo û revandina Rêber Apo gelê Kurd têk bibe. Lê serkeftin û azadî para me ye."

Her wiha berdevka Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Amine Xidro axivî û got: "4ˊê Nîsanê rojeke dîrokî ye. Ji ber ku Rêberê me tê de ji dayik bû û bi fikrê xwe parastina gelên bindest kir û ber bi serhildana banga azadiyê ve bir."

Dûre koma Tîrêjên Rojê ya Zarokan, koma Şehîd Delîla û koma Şehîd Avrêl stran pêşkêş kirin, her wiha koma Şehîd Serhed dîlan pêşkêş kir û endama Tevgera Hîlala Zêrîn Axîn Reşo stran gotin.

KOBANÊ

Bi hezaran şêniyên kantona Firatê rojbûna Rêber Abdullah Ocelan li pêşiya mala Rêber Abdullah Ocalan ê li gundê Elpelûrê yê li rojavayê bajarê Kobanê bi şahiyeke girseyî pîroz kir.

Qada pîrozbahiyê wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û pankartên "Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî", "Azadiya Rêber Apo azadiya gelan e", “Bê serok jiyan nabe", "4’ê Nîsanê mîlada gelan e" û "4’ê Nîsanê li Rêber Apo pîroz be" hatin xemilandin.

Şahî bi meşeke erebeyan dest pê kir, meş ji Qada Şehîd Egîd dest pê kir û ber bi qada şahiyê ve çû. Şahî bi tevlêbûna hemû pêkhateyên kantona Firatê, sazî, dezgehên Rêbebriya Xweser û saziyên jin û Hêzên Ewlehiya Hundirîn hat lidarxistin.

Di şahiyê de endama Koordînasyona Kongra Star Arîn Kobanê rojbûna Rêber Abdullah Ocelan li tevahî gelê ku dilê wan ji bo azadiyê lê dide pîroz kir û got: "Îro 4`ê Nîsanê di şexsê Rêber Apo de rojbûna tevahî gerdûnê ye. Rêber Apo em li ser raman û felsefeya xwe bi rêxistin kirin û bi pêş xistin. Rêber Apo em zana kirin, zanabûn hebûn e û hebûn xwebûn e, em jî niha xwebûnê dixwazin. Ji bo ku em vê xwebûnê rizgar bikin, divê em Rêber Apo bi fîzîkî azad bikin."

Arîn Kobanê di dawiya axaftina xwe bal kişand ser serkeftina bajarê Wanê û got: "Em îro 4`ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo pîroz dikin û gelê Wanê berî du rojan bi serkefrinê şaredariyên xwecihî de rojbûna Rêber Abdullah Ocalan bi coşeke mezin pîroz kirin. Weke vê rojê di 4`ê Nîsanê de YPJ`ê hat damezrandin."

Piştre stran, helbest û govend ji aliyê komên hunerî ve hatin pêşkêşkirin.

Di dawiyê de beşdaran govend gerandin.

ŞEHBA

Li kantona Efrîn û Şehbayê Kongra Star li kampa Serdem bi boneya 4ˊê Nîsanê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan bi beşdariya sedan koçberên Efrîn, şêniyên Şehba, nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî şahiyek li dar xist.

Qada şahiyê bi wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û alên Kongra Star hate xemilandin.

Di şahiyê de endama Kongra Star Gulê Mihemed axivî û destnîşan kir ku meha Nîsanê destpêka vejîna jiyanê ye û di vê rojê de Rêber Abdullah Ocalan ji dayik bû ku parastina hebûna Kurdan bike.

Gulê Mihemed bang li rêxistinên mafên mirovan ên li cîhanê kir ku destwerdanê bikin, da ku dawî li tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bînin.

Di rojbûna Rêber Abdullah Ocalan de jî ciwanek Efrînî soza tevlêbûna nava refên şoreşê da.

Piştre komên helbest û stranan hunera xwe pêşkêş kirin.

Şahî bi gerandina govendan bi dawî bû.