Li gundewarên Tirbespiyê agir bi zeviyan ketiye

Li gundewarên başûrê bajarê Tirbespiyê agir bi zeviyên çandiniyê ketiye. Hewldanên kontrolkirina şewatê dewam dikin.

Li gundewarên Tirbespiyê agir bi zeviyan ketiye
20 hezîran, 2026   14:24
QAMIŞLO

Li gorî aghaiyên ku nûçegihanê me ji Tirbespiyê ragihandine, li derdora gundên Leylan, Soqiye, Girdoka û Beyazê agir bi erdên çandiniyê ketiye. 

Tîmên agirkujiyê û yên rewşên awarte berê xwe dan cihên bûyerê û bi alîkariya şêniyan agiran vedimirînin.

Agahiyên der barê sedemên derketina şewatê û zeraran de nehatin bidestxistin.

Hewldanên kontrokirina agiran dewam dikin û fikarên şêniyan hene ku agir ji ber ba berbelav bibe.

(bb)