Leşkerên Tirk careke din agir berdan zeviyên çandiniyê

Leşkerên Tirk ên li baregeha gundê Leylanê yê rojavayê Til Temirê careke din agir berdan zeviyên çandiniyê. Tîmên agirkujiyê û şênî ketine seferberiya vemirandina agir.

Leşkerên Tirk careke din agir berdan zeviyên çandiniyê
20 hezîran, 2026   14:15
HESEKÊ

Leşkerên Tirk ên li baregeha gundê Leylanê yê rojavayê bajarê Til Temirê dîsa agir berdan zeviyên çandiniyê.

Li gorî agahiyên ji cihê şewatê hatine parvekirin, tîrêjin agir  li baxçe û zeviyên çandiniyê belav bûn. Tirs hene ku agir ji ber rewşa hewayî qadên berfireh ên genim bide ber xwe.

Ekîbên agirkujiyê yên bajarê Til Temirê ku rewşa seferberiyê ragihand, bi hevkariya şêniyan hewldanên kontrolkirina agir didomînin.

Di du rojên borî de jî baregehên dewleta Tirk li Zirgan û Til Temirê agir bi zeviyên çandiniyê xist. Di encamê de zêdetirî 75 hezar donim erdên çandiniyê, her wiha xanî û milkên gundiyan şewitîn.

(bb)