Bi guleya Hêzên Îsraîlê şêniyek jiyana xwe ji dest da

Hêzên Îsraîlê derbasî gundewarê rojavayê Derayê bû, hat diyarkirin ku di encama gulebarana hêzê de li gundê Cumlê şêniyek jiyana xwe ji dest da.

Bi guleya Hêzên Îsraîlê şêniyek jiyana xwe ji dest da
22 cotmeh, 2026   10:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên herêmî, berbanga sibehê bi gulebarana hêza Îsraîlê şêniyê bi navê Muaz Selama El Biyîr jiyana xwe ji dest da, ev bûyer di dema derbasbûna Hêzên Îsraîlê ji gundê Cumlê yê gundewarê rojavayê Derayê pêk hat. 

Çavkaniyan destnîşan kir ku Hêzên Îsraîlê li taxa rojhilatê gund belav bû, sekvan danîn ser malan û li hundirê herêmê tevgeriya.

Duh (21 Cotmeh) hêzên Îsraîlê derdora bajarokê Abidîn li herêma Hewd El Yermûk a li gundewarê rojavayê Derayê hedef girt.

(sb)