Li gundewarê Siwêdayê xeta elektrîkê ya 66 kv ji nû ve tê çêkirin

Ekîbên elektrîkê, bi tîmên Heyva Sor re, dest bi çakkirina bircên elektrîkê li ser xeta voltaja bilind a 66 kV li gundewarê Siwêdayê kirin. Ev xet ji ber zirara di dema pevçûnan de ji xizmetê derketibû.

Li gundewarê Siwêdayê xeta elektrîkê ya 66 kv ji nû ve tê çêkirin
11 îlon, 2026   14:29
SIWÊDA

Ekîbên elektrîkê yên ji Saziya Elektrîkê ya hikûmeta veguhêz roja Înê, bi tîmên Heyva Sor re, dest bi çakkirina bircên elektrîkê li ser xeta voltaja bilind a 66 kV li deverên Walgha û Mansûra yên gundewarê Siwêdayê kirin, piştî ku ev xet ji ber zirara di dema pevçûnan de ji xizmetê derketibû.

Xeta 66 kV yek ji xetên sereke ye ku îstasyona Şahba û Qanawat û beşên mezin ên bajarê Siwêdayê ye, û qutbûna wê bû sedema qutbûna elektrîkê li deverên mezin ên parêzgehê.

(k)

ANHA