Parêzgarê Hesekê ji bo şehîdbûna Sîpan Hiso sersaxî xwest

Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed ji bo şehîdbûna şervanê Lîwaya Hesekê Sîpan Hiso sersaxî xwest û diyar kir ku hêzên ewlehiyê li pey kesên berpirsiyar digerin.

Parêzgarê Hesekê ji bo şehîdbûna Sîpan Hiso sersaxî xwest
11 îlon, 2026   14:30
HESEKÊ

Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed, bi rêya tweetekê li ser platforma "X", sersaxî ji malbata şervanê Lîwaya Hesekê Sîpan (Samî Şêxmûs Hiso), ku ji aliyê komeke çekdar ve hate revandin û şehîd bû re xwest.

Ehmed diyar kir ku wî ferman daye rayedarên ewlehî û dadweriyê yên têkildar ku sûcdaran û her kesê ku îspat bûye ku tê de beşdar e bişopînin û wan radestî edaletê bikin.

Ehmed sûcê şermezar kir û da zanîn ku dê li hember ti kiryarên ku ewlehiya welatiyan tehdît dikin nermî neyê kirin.

(k)

ANHA