Artêşa Lubnanê barhilgireke teqemeniyê desteser kir

Artêşa Lubnanê got barhilgireke teqemeniyê ku qaçax ji Sûriyeyê derbasî Lubnanê dikirin, desteser kir.

Artêşa Lubnanê barhilgireke teqemeniyê desteser kir
2 cotmeh, 2026   11:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Artêşa Lubnanê - Rêveberiya Rêbernameyê daxuyanî da û got duh li ser sînorê bakur û rojhilat ê di navbera Sûriyeyê û Lubnanê de yekîneyeke wan barhilgireke madeyên teqemeniyê tê de ye, desteser kiriye. 

Di daxuyaniyê de hat ziman ku 245 kg madeya TNT`ê û bombe di barhilgirê de girtine û qaçaxçiyên dixwestin barhilgira teqemeniyê ji Sûriyeyê derbasî Lubnanê bikin, reviyane.

Di berdewamiya daxuyaniyê de artêşê diyar kir ku wan madeyên teqemeniyê û bombeyên desteser kirine teslîmî aliyên têkildar kirine û ji bo nasnameya qaçaxçiyan were naskirin û bigirin dest bi lêkolînê kirine.

(np)