Şewata li gundewarê Hemayê ji malan ve nêz bûye

Li gundewarê Hemayê şewatê qadeke berfireh a daristan û zeviyan daye ber xwe, li hin gundên nêzî şewatê şênî ber bi cihên ewletir ve koçber bûne.

Şewata li gundewarê Hemayê ji malan ve nêz bûye
24 tebax, 2025   23:00
 NAVENDA NÛÇEYAN

Şewatê qadên berfireh ên zevî û daristanên herêma Sehil Xab ê rojavayê Hemayê daye ber xwe. Li gelek gundan şewat nêz malan bûye û şênî ji malên xwe derketine.

Çavkaniyên xwecih ragihand ku şewat gihîştiye derdora gundê Tahûna El Hilawa û Eyn El Kerûm. Tîmên agirkujiyê û parastina sivîl hewl da ku şewatê kontrol bikin û nehêlin ku bigihîje malên sivîlan. Lê bayê xurt û erdnîgariya asê li pêş vemirandina şewatê dibin asteng.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku li rojavayê Hema û bakurê Laziqiyê jî van salan gelek bûyerên şewatê çêbûne ku di encamê de zirareke mezin hem li çandiniyê hem li daristan û xwezayê kir. Li hember van şewatan hikumeta Şamê berpirsiyar e ku tedbîran nagire.

(ac/şx)

ANHA