Çete nahêlin şêniyên Efrînê zeytûnên xwe berhev bikin

Tevî îdiayên hikumeta Şamê yên kontrolkirina karûbarên Efrîna dagirkirî, lê hîna jî çeteyên dewleta Tirk a dagirker pereyan ji şêniyan distînin û nahêlin ew zeytûnan berhev bikin.

Çete nahêlin şêniyên Efrînê zeytûnên xwe berhev bikin
24 tebax, 2025   23:23
HELEB
XEYZ ŞEMSEDÎN

Duh çeteyên "Firqet Mutesêm" ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li gundê Zeirê yê bajarokê Bilbilê gef li şêniyan xwarin ku neçin nava zeviyên zeytûnan û mewsima îsal berhe nekin. Ev gef bi taybet li şêniyên beriya 2 salan vegeriyane Efrînê hatin xwarin.

Li hemberî wê şêniyan bertekên nerazîbûnê nîşan dan û îdiayên hikumeta Şamê ku Efrîn di bin kontrola wê de ye, red kirin.

Şêniyên gund ji nûçegihanê ajansa me re diyar kir ku wan di 2 salên dawîn de ji bo ku lêçûna avdan, ajotin û kesaxtina daran bidin, pere deyn kirine.

Şêniyan destnîşan kir ku çete tevî sîxuran li nava zeviyan geriyan, da ku serjimariyê bikin û daran ji xwe re diyar bikin.

Hemwextî wê, heta niha tevî giliyên şêniyan dîsa jî komîte û aliyên fermî yên hikumeta Şamê destwerdan nekirine.

(mh/şx)

ANHA