Li gundewarê Girêspî yê dagirkirî çeteyek hate kuştin

Çeteyekî dagirkeriya dewleta Tirk ji aliyê kesên nensas ve li gundewarê Girêspî yê dagirkerî hate kuştin.

Li gundewarê Girêspî yê dagirkirî çeteyek hate kuştin
2 tebax, 2025   22:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecih ji gundewarê rojhilatê Girêspî yê dagirkerî ragihandin ku endamekî polîsên sivîl yê çeteyên dagirkeriya Tirkiyê ji aliyên kesin nenas ve hate kuştin.

Ev yek dide diyarkirin ku nearamî û ne ewlehî li hermên dagirkerî serwere.

Li gorî çavkaniyan çeteyê bi navê Beşar El Hiwêt ku temenê wî deroa 20 salî ye di bûyerekê de li nêzî gundê Bîr Asî yê bajarokê Silûk hate kuştin.

Ev çete ji aliyê kesin ne nas ve hatiye gulebarankirin bêyî ku sedem were naskirin.

Bajarê Girspî ku sala 2019’an ve hatiye dagirkirin ewlehî lê ne serwer e û tesfiyekirin di nava çeteyan de li ser parvekirina mal û milkên şêniyên resen ên bajêr berdewam e.

(ac/şx)

ANHA