‘Hewldanên Rêveberiya Xweser ji bo demokratîkkirina Sûriyeyê ne’

Cîgirê hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Gabrîel Şamûn diyar kir ku modela Rêveberiya Xweser modeleke demokratîk e û hewldanên wan ji bo demokratîkkirina Sûriyeyê ne.

‘Hewldanên Rêveberiya Xweser ji bo demokratîkkirina Sûriyeyê ne’
3 tebax, 2025   02:35
REQA
MIHEMED XELÎL

Cîgirê hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Gabrîel Şamûn der barê modela Rêveberiya Xweser de ji ajansa me re axivî.

Gabrîel Şamûn diyar kir ku modela Rêveberiya Xweser modeleke demokratîk e, ji tevahiya sûriyeyiyan re çareseriya herî guncaw e, lewre divê li gelemperiya Sûriyeyê pêk were.

Şamûn da zanîn ku hewldanên Rêveberiya Xweser ji bo demokratîkkirina Sûriyeyê ne û ji bo vê yekê jî diyalogên domdar bi hikumeta veguhêz a Sûriyeyê re tên kirin. Şamûn diyar kir ku armanc ji van diyalogan ew e ku destûreke nû were nivîsandin ku mafên hemû pêkhateyan mîsoger bike û demokasiyê li welat pêk bîne.

Gabrîel Şamûn di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku ew modela nenavendîbûnê wek çareseriya herî guncaw dibînin û got di vê modelê de divê destûreke nû hebe ku rayeyên pêwîst bide tevahî herêman da ku rêveberiyên xwe yên demokratîk ava bikin.

Şamûn got di 14 salên xwe de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îsbat kir ku moleleke serekftî ye û got divê ev model li tevahiya Sûriyeyê were bicihanîn.

Şamûn ji bo çareseriyeke siyasî ya giştî û demokratîk li seranserê welat pêk were banga girîngiya diyaloga navxweyî li aliyên sûriyeyî kir.

(bb)

ANHA