Siyasetmedar: Komîteya Kongreya Diyaloga Nîştimanî nûnertiya pêkhateyên Sûriyeyê nake

Siyasetmedaran diyar kir ku komîteya amadekar a Kongreya Diyalogê ku berî çend rojan ji aliyê desthilata Şamê ve hat ragihandin, nûnertiya gelê Sûriyeyê û pêkhateyên wê nake.

Siyasetmedar: Komîteya Kongreya Diyaloga Nîştimanî nûnertiya pêkhateyên Sûriyeyê nake
19 sibat, 2025   07:05
REQA
MIHEMED XELÎL

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê destnîşan kiribû ku komîteya ku ji bo amadekariya "Kongreya Diyaloga Nîştimanî" ji aliyê desthilata Şamê ve hatiye avakirin, nûnertiya hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê nake û daxwazên pêkhateyên wê yên cuda pêk nayne.

Di vê derbarê de, sekreterê giştî yê Partiya Xwebûnê ya Sûriyeya Demokratîk Raca El Dimeqsî got: "Rastî ew e ku desthilatdarên Şamê nekarîn hemû pêkhateyan bi xwe re bikin hevpar, ji ber ku ev vebijêrk di destê wan de tune ye. Yên ku ew erkdar kirine, ew xistine nava vebijêrkên teng.”

Raca El Dimeqsî her wiha got: "Me hêvî dikir ku desthilata Şamê zêdetir rêyan veke ku bigihêje hemû gelê Sûriyeyê. Em bi şêweyê paşguhkirinê negihêjin destûreke bingehîn a Sûriyeyê. Gelek alozî hene ku divê em derbas bikin, ji bo avakirina Sûriyeyeke nû divê komîte ji nû ve bê avakirin. Divê rêveberiya nû ya Sûriyeyê avakirina komîteyê ji nû ve binirxîne, ji ber ku Sûriye welatekî cihêreng e û ne yekalî ye.”

‘BÊYÎ KURDAN ÇARESERÎ LI SÛRIYEYÊ NABE’

Rojnamevan Hesen Zaza diyar kir ku diyaloga nîştimanî di vê qonaxa hestiyar de û beşdariya Kurdan di wê diyalogê de girîng e û bêyî Kurdan tu çareserî li Sûriyeyê nabe.

Hesen Zaza da zanîn ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ava kir ku ev rêbeverî ezmûneke serkeftî ye li herêma Rojhilata Navîn, lê nûnerên Rêveberiya Xweser ji bo beşdarbûna komîteya amadekar a kongreyê nehatine vexwendin û ev yek nîşaneya paşguhkirinê ye.

Zaza her wiha got: "Pêkhateyên civaka Sûriyeyê ji vê komîteyê hatine dûrxistin ku tenê yek reng tê de ye. Divê komîte nîştimanî be û pêkhateyên civaka Sûriyeyê, bi taybet Kurd, tê de bin, ji ber ku wan roleke mezin di têkoşîna nîştimanî a li Sûriyeyê de lîst. "

Her wiha Hesen Zaza got hêzên demokratîk li Sûriyeyê dixwazin hemû gelê Sûriyeyê bibin hevparê proseya siyasî ya Sûriyeyê.

(k)

ANHA