Li gundewarê Derayê endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn hat kuştin

Di êrişeke çekdarî de ku li ser rêya Bosra Şam-Deraayê li dijî xaleke kontrolê pêk hat, endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn hat kuştin û 2 jî birîndar bûn. Her wiha 2 êrişkar jî birîndar bûn û hatin girtin.

Li gundewarê Derayê endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn hat kuştin
25 cotmeh, 2026   09:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên herêmî yên li gundewarê Derayê ragihandin ku li nêzîkî gundê Xerba li ser rêya Bosra Şam-Deraayê di şeva Şemiyê de şer û pevçûn qewimîn û zêdetirî nîv saetê dom kirin.

Çavkaniyan diyar kir ku 4 çekdaran êrişî xaleke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser rêya Bosra Şam-Deraayê kir.

Li gorî çavkaniyeke ewlehiyê, di êrişê de endamekî dewriyeya rê hat kuştin û 2 endasm jî birîndar bûn. Her wiha 2 êrişkar birîndar bûn û hatin girtin.

(k)

ANHA