Hijmara kuştiyan li Beyt Cin bû 15

Artêşa Îsraîlê vê sibehê derbasî bajarokê Beyt Cin yê gundewarê Şamê bû û çend kes binçav kirin, ev yek bû sedem ku şer û pevçûn pêk werin di encamê de kuştî û birîndar çêbûn.

Hijmara kuştiyan li Beyt Cin bû 15
28 mijdar, 2025   21:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarokê Beyt Cin li gundewarê Şamê operasiyonek leşkerî ji aliyê Îsaîlê ve pêk hat, ji ber Îsraîlê hijmarek binçavkirin bû sedem ku şer derkeve, di encama bombebaranê de hin mal hilweşiyan.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan (SOHR), 15 kes di nava wan de 7 jin û zarok hebûn hatin kuştin, her wiha hijmark hatine binçavkirin, li gel vê yekê jî 6 leşkerên Îsarîlê birîndar bûn.

Vê sibehê artêşa Îsraîlê rê da embolans û tîma rizgarkirinê ya Sûriyeyê ku derbasî herêmê bibe da ku kesên kuştî û birîndar derxînin.

(ac)

ANHA