Li Girê Spî şer: Ciwanek hat kuştin
Îro di navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker de li bajarê Girê Spî yê dagirkirî şer derket. Di encamê de ciwanek hat kuştin û 2 din birîndar bûn.
Çavkaniyeke xwecih ji bajarê Girê Spî yê dagirkirî da zanîn ku duh êvarê di navbera çeteyên Cebhet Şamiyê û Polîsên Leşkerî yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker de şer derket. Di encamê de ciwanê bi navê Haris Îbrahîm El Elan hat kuştin, bavê wî yê dermansaz Îbrahîm El Elan û kurê wî Fesyel El Ebo birîndar bûn.
Ew şer gurtir bû û gihîşt navenda bajarê Girê Spî û nêzî nexweşxaneyê. Hîn jî dengê gulebaranê heta kêliya amadekirina vê nûçeyê tê bihîstin.
(mh)