Îsraîlê başûrê Sûriyeyê topbaran kir

Duh Îsraîlê ji Colanê ve êrişî herêma başûrê Sûriyeyê kir. Di encamê de kuştî û birîndar çêbûn.

Îsraîlê başûrê Sûriyeyê topbaran kir
27 hezîran 2024   09:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajanseke hikumeta Şamê ku agahiyên xwe ji çavkaniyên leşkerî wergirtine, ragihand ku artêşa Îsraîlê duh bi şev gelek dever li başûrê Sûriyeyê topbaran kirine.

Heman ajansê ev agahî parve kirin: "Saet 23:40`an Îsraîla dijmin ji Colana dagirkirî ve gelek dever li herêma başûr topbaran kirin. Lê pergala parastinê ya hewayî gelek moşekên dijmin xistin xwarê."

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî ragihand ku di êrişê de 3 kes hatine kuştin û 11 kesên din jî birîndar bûne. Li gorî navendê, Îsraîlê navenda xebatan a saziya "Cîhad El Bena" ya Hizbullaha Lubnanê ya li herêma Seyde Zeyneb a nêzî Şamê topbaran kiriye.

SOHR`ê da zanîn ku gelek welatî bi bermahiyên moşekên parastina hewayî ya Sûriyeyê yên li ser serê sivîlan ketin, birîndar bûne.

(şx)