Li Filistînê di mehekê de 52 binpêkirinên li dijî rojnamevanan 

Li gorî Navenda Filistînê ya Geşkirin û Azadiya Ragihandinê ya Filistînê, di mijdara borî de 52 binpêkirin ji aliyê hêzên Îsraîlê ve li dijî rojnamevanan û xebatkarên qada çapemeniyê hatine kirin.

Li Filistînê di mehekê de 52 binpêkirinên li dijî rojnamevanan 
6 kanûn, 2025   12:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Filistînê ya Geşkirin û Azadiya Ragihandinê ya Filistînê rapora meha Mijdara îsal a binpêkirinên li dijî rojnamevanan weşand.

Li gorî raporê, tevî ku binpêkirinên li dijî rojnamevanan di demên dawîn de kêm bûne jî, lê xetereya li ser rojnamevanan hîna bi dawî nebûye.

Navendê di raporê de diyar kir ku di Mijdara borî de 52 binpêkirin ji aliyê hêzên Îsraîlê ve li dijî rojnamevanan û xebatkarên qada çapemeniyê hatine kirin û destnîşan kir ku hejmara van binpêkirinan li gorî meha Cotmehê bi rêya ji sedî 39 daketiye.

Li gorî raporê, di Cotmehê de 83 binpêkirin hatin tomarkirin, lê bi ragihandina agirbestê ya li Xezayê re binpêkirin kêm bûn.

Di raporê de hate zanîn ku tevî ku di heman mehê de jî binpêkirinên rojane yên Îsraîlê hebûn, lê di wê demê de kuştina rojnamevanan nehat tomarkirin.

(bb)