Li Etiyopyayê qeza: Herî kêm 60 kes mirin

Li Etiyopyayê kamyonek ku gelek kes tê de bûn, kete nava çemekî. Di qezayê de herî kêm 60 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li Etiyopyayê qeza: Herî kêm 60 kes mirin
30 kanûn, 2024   13:04
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li herêma Sidama ya li başûrê Etiyopyayê, kamyonek ku gelek kes tê de bûn, kete nava çem.

Li gorî rayedaran di encama qezayê de ku li qada Bonayê rû da, bi kêmanî 60 kesan jiyana xwe ji dest da. Hate ragihandin ku 5 kes jî bi giranî birîndar bûn.

Rayedaran diyar kir ku piraniya kesên di kamyonê de bûn, ji dawetekê vedigeriyan.