Mamosteyan geşedanîn dawîn nirxandin

Bi armanca nirxandina geşedanên dawîn Rêveberiya Dibistanan a Tirbespiyê civînek ji mamosteyan re li dar xist.

Mamosteyan geşedanîn dawîn nirxandin
Mamosteyan geşedanîn dawîn nirxandin
Mamosteyan geşedanîn dawîn nirxandin
Mamosteyan geşedanîn dawîn nirxandin
30 kanûn, 2024   12:55
QAMIŞLO

Rêveberiya Dibistanan a Tirbespiyê ji bo nirxandin û şîrovekirina geşedanên dawîn ên li herêmê, civînek li Hola Roj li dar xist. 

Bi dehan mamoste tev li civînê bûn. Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Semîra Hac Elî di civînê de axivî.

Semîra Hec Elî geşedanên dawîn nirxandin û got: "Di vê pêvajoyê de ji me mamosteyan tê xwestin ku li rex Rêveberiya Xweser û QSD`ê bisekinin.”

Semîra Hac Elî di dewama axaftina xwe de bal kişand ser hevgirtina gelan û ev lê zêde kir: “Dem ew dem e ku em destê hev bigirin. Hevgirtina gelan dê bi xwe re serkeftinê bîne.”

Di dawiyê de Semîra Hac Elî got çareserkirina tevahî pirsgirêkan bi rêya hevgirtina pêkhateyan e û ev peyam da: “QSD hêza gelan e. Divê em hemû pê re bin, li kêleka wê bisekinin.”

(ex/bb)

ANHA