Ekrem Îmamoglû ji bo Edliyeya Stenbolê hat sewqkirin

Ekrem Îmamoglû yê destgîrkirî sewqî Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hat kirin. Di çarçoveya lêpirsînê de 30 dozger hatin wezîfedarkirin.

Ekrem Îmamoglû ji bo Edliyeya Stenbolê hat sewqkirin
22 adar, 2025   21:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê (ÎBB) Ekrem Îmamoglû jî di nav de 91 kesên ku di çarçoveya lêpirsîna li dijî Şaredariya (ÎBB) de hatibûn destgîrkirin, piştî 4 rojan sewqî Edliyeya Stenbolê hatin kirin. Ji bo îfadeya Îmamoglû û kesên pê re 30 dozger hatin wezîfedarkirin.

Li derdora Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê gelek polîs û TOMA hatin bicihkirin û avahî hate dorpêçkirin. Hemû rêyên diçin edliyeyê jî ji trafîkê re hatin girtin.