Koalîsyona Navneteweyî serkerdeyekî koma "Hurasedîn" kir hedef

Hate ragihandin ku balafirên bê mirov ên Koalîsyona Navneteweyî li gundewarên Idlib û Helebê serkerdeyekî koma "Hurasedîn" kir hedef.

Koalîsyona Navneteweyî serkerdeyekî koma "Hurasedîn" kir hedef
20 hezîran, 2026   09:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecih diyar kir ku balafirên bêmirov ên Koalîsyona Navneteweyî duh derengiya şevê li herêma Cebel Şêx Berekat ê derdora bajarê Daret Îze yê gundewarê rojavayê Helebê 3 erebe û li ser rêya gundên Meşhed Rohîn-bajarokê Dêr Hesen ê bakurê Idlibê jî kesek li ser motorsîklêtê kirin hedef.

Li gorî agahiyên hatine parvekirin, êriş li dijî serkerdeyekî "Hurasedîn" bi navê Samî El Erîdî û hevkarên wî hatiye kirin.

Li gorî hin agahiyên din, baregeha Firqeya 82‘an a Wezareta Parastinê ya hikumeta demkî hatiye hedefkirin. Lê agahiyên piştrast derbarê bûyerê de û kesên hatine kuştin de nehatin parvekirin

(bb)